Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin 2024-06-19 15:42:55   AGIRÎ - Li quntara Çiyayê Araratê-Gilîdaxê bi beşdariya leşker, polîs û cerdevanan operasyona leşkerî hat destpêkirin.    Hat zanîn ku li quntara Çiyayê Araratê-Gilîdaxê û li herêmên din bi beşdariya gelek leşker, polîs û cerdevanan operasyona leşkerî hat destpêkirin. Hat zanîn ku li herêmê tevgerek zêde ya hewayî heye û çûn û hatina gelek zozanan jî hat qedexekirin.    Hat ragihandin ku li herêmê operasyon berdewam dike.