Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin 2024-06-19 16:33:24   STENBOL - Hêza Ked, Aştî û Demorkasiyê ya Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê dê li Stenbolê mitîng li bar bixe.    Hêza Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê dê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê bi dirûşma “Em ê ji bo ked û azadiya xwe rê nedin qeyûm” mitîng li dar bixe. Pêkhate ango komîteya amadekar a vê mitîngê dê sibê li Otêla Taksim Hill a li navçeya Beyoglûya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe û hûrguliyên mitîngê ragihîne.