'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’ 2024-06-20 11:27:32 ŞIRNEX - Parlamenter Newroz Uysal diyar kir ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di hevdîtina bi malbatên girtiyan re têkildarî çareseriya pirsgirêkan tu dîrokek nedaye destê wan.    Malbatên girtiyan û parlamenterên DEM Partiyê di 12’ê hezîranê de li Enqereyê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdînek rû bi rû pêk anîbûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê û endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê Newroz Uysal Aslan jî di hevdîtinê de amade bû. Uysal behsa hevdîtinê kir û bal kişnd ser pirsgirêkên li girtîgehan.    Uysal anî ziman ku pirsgirêkên li girtîgehan nû nînin û li Tirkiyeyê her pêvajoyek polîtîk bandora xwe li ser girtîgehan dike. Uysal diyar kir ku bi pergala tecrîdê ya li Girtîgeha Îmraliyê ku li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê sepandin, bandora xwe li ser hemû girtîgehan dike û biryarên kêfî û siyasî li ser girtiyan tên ferzkirin.    Newroz Uysal Aslan   PIRSGIRÊKA GIRTIYÊN NEXWEŞ     Uysal da zanîn ku çavkaniya hemû binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ye û got: “Yek ji pirsgirêka herî mezin a girtîgehan rewşa girtiyên nexweş e. Girtiyên nexweş bi tu awayî nayên dermankirin. Li girtîgehan dimirin. An jî dema radikin nexweşxaneyan dimirin. Yan jî dema tên ber mirinê tên berdan. Tu wîjdan viya qebûl nake. Lê herî zêde dewlet vê bê wîjdaniyê dike. Di sala 2023’yan de 42 girtî mirin. Em di 2024’an de ne û heta niha 23 girtî mirin e. Ev cînayetek siyasî ye. Ew ji ber polîtîkaya dewletê dimirin. Divê ku dewlet dest ji polîtîkaya kuştina girtiyan berde.”   Uysal bal kişand ser çalakiya girtiyan a ji bo azadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbat ji 4’ê Nîsanê vir ve nikarin agahî ji girtiyan bigirin. Uysal bi bîr xist ku girtî çalakiya derneketina hevdîtina telefonan, malbatan û boykotkirina dadgehan demek dirêj li pey xwe hişt û ji ber vê yekê malbat nikarin agahî ji zarokên xwe bigirin û malbat jî li derve çalakiyan li dar dixin ku dengê girtiyan bidin bihîstandin.    DÎSA WÊ HEVDÎTIN BÊ KIRIN   Uysal anî ziman ku têkoşîn û çalakiya girtiyan û malbatên girtiyan kir ku hevdîtin bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re bê kirin û got: Muxatabê vê îşkenceya li girtîgehan Wezîrê Dadê ye. Hem di warê hiqûqî de hem jî di warê meqamî de. Wezîrê Dadê di warê hiqûqî de jî ji tecrîda li ser birêz Ocalan berpirsiyar e. Hevdîtinek 15-20 deqîqe bi Wezîrê Dadê re pêk hat. Malbatan rewşa tecrîda li girtîgehan, îşkenceya li zarokên wan tê kirin, astengkirina azadkirina girtiyan a bi biryarên desteya girtîgehê, nedermankirina girtiyên nexweş ji wezîr pirrsîn. Malbatan hin daxwazên xwe ji wezîr re gotin. Wezaretê daxwazên malbatan li ba xwe nivîsand. Lê wezaret bi terzek burokratîka klasîk nêzî çareserkirina pirsgirêkan bû û ji bo çareseriya pirsgirêkan tu dîrok neda. Hem wan hem jî me got ev hevdîtina bi malbatan re pirr kin e. Ji bo em çarşema piştî cejnê hevdîtinê bikin, dîsa me randevu girt.”    'JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ DEST JI TECRÎDÊ BÊ BERDAN’   Uysal da zanîn ku ew hevdîtinê girîng dibînin û lê ji bo gavên şênber bên avêtin van gavan têr nabînin û got: “Ji bo hemû pirsgirêk bên çareserkirin, divê dest ji polîtîkaya girtiyên nexweş, tecrîda li Îmraliyê û îşkenceyê bê berdan.”    MA / Omer Akin