Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn 2024-06-20 13:15:29   AMED - Li ser rêya Amed-Mêrdînê trênê qeza kir. Di qezayê de 2 kes birîndar bûn.    Li texma Sîteya Dericileran ya li ser rêbejahiya Amed-Mêrdînê, trên li wesayîtekê qelibî. Di qezayê de 2 kes birîndar bûn. Mücahit Atli û Osman Orman ên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbiyê.   Omer Atli yê bêyî birîndar bibe ji qezayê filitî, diyar kir ku ji ber li wê texmê bariyerên kontrolkirina rê xerabe ne tim qeza çêdibin û got ku ji ber ku bariyer tüne bûne demeke dirêj li benda hatine têrnê sekinîne û gava trên nehatiye derbas bûne û gava derbas bûne jî qeza kirine.    Atli xwest rojek berî rojekê çareyek bê dîtin.