Operasyona li Çiyayê Agiriyê didome 2024-06-20 16:21:01 AGIRÎ - Operasyona li Çiyayê Agiriyê hat destpêkirin didome û çûna zozanan jî hat qedexekirin. Hat diyarkirin ku cenazeyê HPG'iyê ku di şer d ejiyana xwe ji dest da jî hatiye xerakirin û bi vî awayî radestî malbatê hatiye kirin.    Operasyona ku di 18'ê Hezîranê de li herêma Qeta Reş a Çiyayê Agiriyê û herêmên din ên navçeya Baîzd a Agiriyê bi beşdariya gelek leşker, polîs û cerdevanan hat destpêkirin, didome. Herêma Qeta Reş rojekê li ser hev bi helikopter û balafirên şer hat bombeberankirin.    ÇÛNA ZOZANAN HAT QEDEXEKIRIN   Her wiha ji ber operasynê çûna zozanên li herêmê û derketina ji zozanan jî hat qedexekirin. Hat hînkirin ku gundî ji ber operasyonê nikarin heywanên xwe bibin zozanan û gundiyên li zozanan jî ji zozanan hatine derxistin.    CENAZEYÊ WÎ XERA KIRIN Û TESLÎMÎ MALBATÊ KIRIN   Wezareta Karên Navxweyî ya Tirk daxuyand ku di şerê di navbera HPG'iyan û leşkerên TSK'ê de HPG'iyek jiyana xwe ji dest daye.    Hat diyarkirin ku HPG'iyê di şer de jiyana xwe ji dest daye Yilmaz Oner (Şeyhmûs Malazgir) e û cenazeye wî radestî malbatê hatiye kirin. Hat diyarkirin ku ji bo definkirinê cenazeye Oner birine Milazgirê, lê ji bo wecîbeyên dînî destura mele nehatiye dyaîn. Hat hînkirin ku cenazeye Oner hatiye xerakirin û piştî ferden malbatê wecîbeyên olî pêk anîne, cenaze hatiye definkirin.