Li Wanê çalakiya nobedê hat destpêkirin 2024-06-20 21:22:05 WAN - Li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li dijî tayinkirina qeyûm nobeda edlaetê hat destpêkirin.    Li Wanê li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çalakiya nobedê hat destpêkirin. Di çalakiyê de ku li baxçeyê şaredariyê hat destpêkirin, pankarta li ser "Em rê nadin qeyûm, vîna gel nas bikin" nivîsandî hat daliqandin. Rêxistonên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajêr û navçeyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛHAY-DER), MEBYA-DER, ARSÎSA, Platforma Ked û Demokrasoyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevlî çalakiya nobedê bûn.    Hevserokê DEM Partiyê yê bajêr Veysî Dîlekçî ku di nobedê de axivî got: "Politikaya bingehîn a desthilata AKP-MHP'ê bêhiqûqîtî ye. Rejîma qeyûmtiyê jî, tê wateya esasngeirtina vîna gelê kurd e. Em li vir bang li hemû muxalfetê û hiqûqnasan dikin. Qeyûmtî, li vî welatî krîza aborî ye. Qeyûê, betalî û bêhiqûqîtî ye. Lewma divê qeyûmê tayinî Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin neyê qebûlkirin. Qeyûm, tenê ne meseleya kurdan e. Îro li gelek deverên welêt welatî xwe dikujin, ji ber ku nikarin debara xwe bikin. Wê ev bêhiqûqîtî îro sibe li tevahiya welêt belab bibe."    BANGA TEVLÎBÛNÊ   Dîlkeçî anî ziman ku qeyûman bi milyonan deyn li dû xwe hiştine û bang li her kesî kir ku li dijî qeyûman tevlî çalakiuya nobedê ya li ber şaredariyê bibin.