Şewata ku li Şemrexê çêbû gihaşt jîngehan: Mirî û birîndar hene 2024-06-21 00:42:41 MÊRDÎN/ AMED - Şewata ku li herêma di navbera Şemrex û Çinarê de çêbû, her diçe berbelav dibe. Hat diyarkirin ku mirî û birîndar hene.    Li herêma di navbera Şemrex a Mêrdînê û Çinar a Amedê de ji ber sedemeke nediyar şewat çêbû. Şewata ku çêbû her diçe nêzî jîngehan dibe. Hat hînkirin ku piştî şewat berbelav bû gundî terka malen xwe kirine û tê gotin ku mirî û birîndar hene.    Têkildarî mijarê me hevdîtin bi Hevşaredara Şemrexê Kûdret Ûçûkê re kir. Ûçûkê got: "Rewş pir xirab e. Me haya qeymeqam û walî pê xist û me helikopter xwest. Lê hê jî nehatine şandin. Tîmên agirkujiyê nikarin mudaxileyî şewatê bikin. Demildest divê bi helîkopteran mudaxile bê kirin. Li wir mirov dişewitin."    Hemû tîmên îtfaiyeyê û ambulansên Mêrdînê sewqî herêmê hatin kirin. Her wiha ji Amedê jî wesayît sewqî herêmê hatin kirin. Hevşaredara Çinarê Semra Akyuzê ragihand ku hê jî ji hewayê ve tu mudaxile nehatiye kirin û got ku şewateke zede heye û mirî û birîndar hene.