Şewatê heta serê sibehê berdewam kir: Rayedar şeveqê hatin cihê bûyerê 2024-06-21 08:45:41 AMED - Welatiyan bi derfetên xwe yên kêm mudaxileyî şewata li gundên Çinarê û Şemrexê kirin. Hat gotin ji ber vê yekê welatiyan canê xwe ji dest daye û rayedar serê sibehê hê çûne herêma şewatê.  Duh bi şev agir bi gundên bi ser navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê ket. Bîlançoya giran a şewatê bi zeraqên tavê re xwe raxist ber çavan. Nûçegihanên me nîvê şevê gihîştin herêma şewatê û ragihandin ku bi şeveqê re bîlançoya giran a şewatê derketiye holê.    Ewilî agir bi gundê Tobinî yê bi ser navçeya Çinarê ve dikeve û şewat ji vir belavî ser gundên dibe. Jinek ji gund ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku agir êvarê saet li derdora 21.00'an derketiye û agir ji ber têlên ceyranê ku li hev ketine derketiye. Şahida bûyerê jina ku nexwest navê xwe bide da zanîn ku bi hatina bayê re agir bi lez û bez l herêmê belav bûye.   MUDAXILEYA EWIL WELATIYAN KIR      Hat zanîn ku welatiyan ewilî bi traktoran mudaxileyî agir kirine lê ev derfeta wan têrê nekiriye. Welatiyan da zanîn ku mudaxileya rayedaran û saziyên dewletê bo vemirandinê têr nekiriye. Welatiyan diyar kir ku li devera agir şivan û pezên xwe hebûne û ew xwe nagihînin wan.    Gundê Tobinî yê Çinarê û gundê Kelekê yê Şemrexê cîranên hev in û xesarek mezin li van her du gundan çêbûye. Hat zanîn ku welatiyên bi navê Şeyhmus Demir, Resul Yilmaz, Rêzan Yilmaz û Mezel Demîr ên ku çûne mudaxileyî agir bikin, jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku welatiyên jiyana xwe ji dest dane temenê wan di navbera 17-20 salî de ne û hemûyan jî di kêliya mudaxileya li şewatê canê xwe ji dest dane. Hat zanîn ku rewşa gelek birîndaran jî xedar e û li nexweşxaneyên li Amed, Mêrdîn û Rihayê tên dermankirin.    Cenaze li gund tên veşartin û dengê lorîn, zêmar û girî ji taxê olan dide.      Xelkê gund destnîşan kirin ku rayedaran 4-5 saetan mudaxileyî agir nekiriye û dereng hatine cihê bûyerê.    ZEVIYÊN GENIM Û GARIS ŞEWITÎN      Vê sibehê bi zeraqên tavê re hat dîtin ku li gundê Tobinî û Kelekê herî kêm 5 hezar donim zeviyên genim û garis şewitî ye.    ŞANDEYA DBP'Ê Û DEM'Ê LI HERÊMA ŞEWATÊ YE    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenter, hevşaredar û rêveberên DEM Partiyê ku bi şev xwe gihandin herêma şewatê, hewl didin êş û birînên gundiyan aş bikin û alîkariya wan dikin.    BI SEDAN SEWAL MIRIN      Li herêma şewatê gelek sewalên gundiyan û sewalên kovî mirin. Gelek sewal jî birîndar bûn.    HELÎKOPTER ŞEVEQÊ HAT      Tevî hemû bang û daxwazan jî seranserî şevê helîkopter sewqî qada şewatê nehatin kirin. Hat zanîn ku helîkopter şeveqê seat li 05.00'an çûye herêmê û mudaxileyê şewatê kiriye. Welatiyan nerazîbûn nîşanî derengmayîna helîkopterê da û gotin: "Bikişîne bikişîne vê rezaletiya helîkopterê bikişîne."    Hat dîtin ku tîmên AFAD'ê yên ku dereng xwe gihandin herêma şewatê vê şeveqê li nav zeviyên şewitî li mirovên windayî geriyan.    Li gundan û deverên agir pê ketiye welatî li ser pêya ne û di nava rewşek bi hêrs û xemgîn de ne.    Nûçe-wêne-dîmen: MA / Mujdat Can