2 welatiyên di şewatê de mirin hatin veşartin 2024-06-21 09:03:01 AMED - Du welatiyên di şewata navbera navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê de canê xwe ji dest dan, li gundê Kelekê hatin veşartin.  Duh bi şev şewata ku li gundên navçeya Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê dest pê kir, bi hezaran donim eraziyên zeviyan û deverên bi dar şewitîn. Gund heta nava gundan jî çû. Li gorî agahiyên ewil tê gotin herî kêm 5 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.    Resûl Yilmaz û Şehmus Demîr ên ji gundê Kelekê ya bi ser Şemrexê ve ku di şewatê de canê xwe ji dest dan, li goristana gund hatin veşartin.    Hevserokên Giştî yên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyê û bi sedan welatî beşdarî merasîma cenazeyan bûn.