'Heta azadiya Ocalan em li qadan in' 2024-06-21 09:41:38 STENBOL - Xizmên girtiyan ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dest bi çalakiyen "Deng bide azadiyê" kirine, diyar kirin ku tevî hemû zextan heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bikin dê li qadan bin.    Pêngava "Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de asta cîhanê dest pê kir didome. Li Bakurê Kurdistanê jî girtiyên siyasî dest bi çalakiyan kiribûn. Piştî girtiyan dest bi çalakiyan kir, malbatên girtiyan jî dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Nobeta Edaletê berdewam dike. Malbatên girtiyan niha bi navê "Deng bide azadiyê" çalakiya xwe berdewam dikin. Malbat, ji bo daxwazên girtiyan pêk bên, her hefte li pêş girtîgehan çalakiyan li dar dixin û daxwazên xwe tînin ziman.       'HETA OCALAN AZAD BIBE DÊ ÇALAKÎ BIDOMIN'     Ji xizmên girtiyan çalakger Fincê Akman, anî ziman ku heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe dê çalakiya xwe berdewam bikin û wiha got: "Abdullah Ocalan vîna zarokên me ye. Nêzî 3 meh in em agahî ji zarokên xwe nagirin. Zarokên me ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dest bi çalakiyan kirine. Ji bo şertên fizîkî ya Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kirine. Cîhan rewşa Ocalan meraq dike. 3 salin em agahiyê jê nagirin. Heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê çalakiyên me bidomin.      'LI DIJÎ ZEXTAN TÊKOŞÎNA REWA FERZ E'      Ji xizmên girtiyan Raife Çelîk jî bal kişand ser girîngiya têkoşînê û wiha got: "Zextên li ser kurdan her ku diçe zêde dibin. Li pêş girtîgehan û li her qadê êrîşî kurdan dikin. Çalakî û daxuyanî mafên me yên xwezayî ne. Tevî hemû zextan gelê kurd û dostên xwe têdikoşin. Em li pey şopa zarokên xwe ne. Em vê zilmê qebûl nakin. li dijî zextan hemû cureyên têkoşînê rewa ye. Em ê her tim li ber xwe bidin. Heta zarokên me û rêberê me girtî be, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em bang li hemû gelê kurd ê bi rûmet dikin ku li çalakiyan xwedî derkevin."      'EM Ê HER DEM LI QADAN BIN'     Xizma girtiyan Gulsum Dag jî anî ziman ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e û wiha axivî: "Heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe em ê li qadan têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ji bo zarokên xwe li vir in. Em li pêş girtîgehan in. Em dixwazin daxwazên zarokên me pêk bînin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Em tu carî li hemberî zextan serî natewînin. Em ê her dem li qadan bin."      'DIVÊ HER KES LI DIJÎ TECRÎDÊ RABE SER PIYAN'     Xizma girtiyan Cemile Karakaş jî anî ziman ku ew tu carî tecrîdê ji bîr nakin û wiha got: "Dewlet ji bo tecrîdê bide ji bîrkirin qeyûm kir rojevê. Em tu carî tecrîdê ji bîr nakin. Ji ber tecrîd heye qeyûm jî heye. 3 sal in em agahiyê ji zarokên xwe nastînin. Em di cejnê de jî agahiyê ji zarokên xwe nagirin. Divê hemû kurdên xwedî bi rûmet li dijî vê neheqî, tecrîd û zulmê dengê xwe bilind bikin. Heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan parçe bibe em ê li qadan bin."