Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin 2024-06-21 14:29:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê ragihand ku têkildarî şewata li Çinarê ûŞemrexê lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku têkildarî şewata li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Wezîr da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Çinarê têkildarî şewatê lêpirsîna edlî daye destpêkirin.