Hejmara qurbaniyên şewatê bû 11 kes 2024-06-21 16:09:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara qurbaniyên di şewata li Çinarê û Şemrexê de jiyana xwe ji dest dan bû 11 kes. 78 kes jî birîndar bûne.    Hejmara qurbaniyên di şewata li navçeya Çinara Amedê û li navçeya Şemrexa Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan bû 11 kes. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 11 kes. Koca her wiha da zanîn ku hejmara birîndaran jî 78 kes in û tedawiya wan li nexweşxaneyan berdewam dike.