Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê jiyana xwe ji dest da 2024-06-21 18:22:08   MÛŞ - Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê Saît Yetkiner jiyana xwe ji dest da.    Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Gimgim a Mûşê Saît Yetkiner (65) li mala xwe mirî hat dîtin. Piştî ku sê rojan xeber ji Yetkîner nehat girtin, cîranên wî çûn mala wî. Cîranan li malê rastî cenazeyê Yetkîner hatin. Piştî vê gazî tenduristkaran hat kirin. Tenduristkaran cenazeyê Yetkiner rakirin morga nexweşxaneyê.   Hat diyarkirin ku Yetkiner ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye.   Cenazeyê Yetkiner, piştî karen otopsiyê hat definkirin.