Zeynep Ozkan a li Mawayê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin 2024-06-22 08:44:43 ŞIRNEX - Endama YJA-STAR'ê Zeynep Ozkan a di şerê li Çiyayê Mawayê jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Basa di dorpêça polîsan de hat veşartin.  Endama YJA-STAR'ê Zeynep Ozkan 18'ê hezîranê di şerê li Çiyayê Mawa ya li navçeya Heskîfa Êlihê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê duh cenazeyê keça xwe teşhîs kir û ji Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê wergirt û bir gundê Banayê yê bi ser navçeya Basa Şirnexê.    Rêveberên MEBYA-DER'ê û ferdên malbatê beşdarî merasîmê bûn. Cenaze di bin dorpêça polîsan de li goristana gund hat veşartin.