'Heya tecrîd ranebe em ê têbikoşin' 2024-06-22 09:04:49   AMED - Rêveberê MED TÛHAD-FED'ê Sedat Esîn, bal kişand ser çalakiyên ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî hatine destpêkirin û got ku heya tecrîd ranebe wê têbikoşin.    Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 39 meh in didome. Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî, gelek kampanya û çalakî didomin. Têkildarî vê li 74 navendan kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" hat destpêkirin. Li 106 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi sedan girtî di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya dorvegerî kirin. Girtiyan di 4’ê Nîsanê de çalakiya xwe ber bi asteke din ve birin. Girtî ji 4'ê Nîsanê ve çûna dadgehan, hevdîtina bi malbatê û hevdîtina bi rêya telefonê boykot dikin. Girêdayî vê xizmên girtiyan jî li ber girtîgehan çalakiya "Deng bide azadiyê" û li ber avahiyên AKP'ê "dawî li tecrîdê bîne" û li ber "Wezareta Dadê jî "Edaletê pêk bîne, hiqûqê bi cih bîne" li dar dixin.    Rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TÛHAY-DER) Sedat Esîn anî ziman ku dê çalakiyên wan ên li dijî tecrîdê dane destpêkirin bidomînin. Esîn bilêv kir ku li dijî tecrîdê "çalakî û berxwedan" jî didomin û xwest tecrîd li ser Ocalan û li girtîgehan rojek berî rojekê bidome.    'GER EM DENGÊ XWE GURTTIR BIKIN WÊ TECRÎD ZÛTIR BIŞIKÊ'   Esîn bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li cem wî û got: "Nêzî 40 meh in tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. Demek berê cezayê Veysî Aktaş qediya, lê berdana wî salê taloq kirin."    Esîn diyar kir ku armanca federasyonê û malbatên girtiyan rakirina tecrîdê ye û got: "Em li bendê ne ku saziyên sivîl û partiyên siyasî di warê şikandina tecrîdê de hestiyartir bin. Em bawer dikin ku em çiqasî xurt bibin em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Em çiqasî xurt deng derxînin em ê ewqasî zûtir polîtîkayên tecrîdê bişkînin. Wê xebat û têkoşîna me ya di vî warî de bidome."    Esîn destnişan kır ku tecrîd sîrayetî tevhiya civakê kiriye. Esîn ji bo şikandina tecrîdê bang li gel kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çalakiyên dayikan ên li dijî tecrîdê hem li ber girtîgehan û hem jî li derve dewam dikin. Em, heya ji bo şikandina tecrîdê encamekê bi dest nexin, em ê her li qadê bin. Bi taybetî partiyên siyasî yên li Meclisê, bi taybetî jî Partiya Wekheviya û Demokrasiyê ya Gelan divê tevbigerin. Ji lew re polîtîkayên tecrîdê topyekûn in."