Şahidê ku meta wî şewitî ye: Bila derewan nekin sedema şewatê ceyran e 2024-06-22 12:24:21 AMED - Ji şahidên şewatê Hamza Bulbul ê ku li baxçeyê nexweşxaneyê li benda meta xwe Zekiye Erdenli ya ku di şewatê de bi giranî birîndar bûbû disekine, bertek nîşanî nûçeyên ku şewat ji ber pirêzeyan derketiye da û got ku şewat ji ber ceyranê derketiye. Bîlançoya şewata ku li gundên bi ser navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Merdînê ve derket her kêliya ku diçe girantir dibe. Hejmara kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dane heta niha gihîştiye 14 kesan. Tedawiya welatiyên ku di şewatê de birîndar bûbûn jî li nexweşxaneyan dewam dike. Şahidên bûyerê dibêjin ku şewat ji ber xemsariya DEDAŞ’ê ya ku ceyranê kontrol nekiriye derketiye.    Zekiye Erdenli ya ku li gundê Herberê ya bi ser navçeya Çinara Amedê ve di şewatê de bi giranî birîndar bûbû niha li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tê dermankirin. Xwarziyê Erdenlî, Hamza Bulbul ku li baxçeyê nexweşxaneyê li benda meta xwe sekiniye ji ajansa me re axivî û da zanîn ku dema şewat derketiyê ew jî li gund bûye û got ku sedema şewatê ceyran bûye.    'KESÎ AGIR BI PIRÊZEYAN NEXISTIYE’    Bulbul anî ziman ku li baxçeyê nexweşxaneyê li benda meta xwe ya ku di şewatê de bi giranî birîndar bûye û der barê sedema şewatê de wiha axivî: “Ceyran qut bû. Dema elektrîk hat, şewat derket. Pirr ba dihat. Li her derê dûman hebû. Ji bo vemirandina agir em beziyan. Dema em gihîştin cihê şewatê, hinek kes şewitîbûn. Me mirovên xwe yên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Di agir de gelek heywan dişewitîn. Me hewl da ku bi derfetên xwe şewatê vemirînin. Lê niha jî rayedar derdikevin û dibêjin ku şewat ji ber pirêzeyan derketiye. Ev ji binî ve derew e. 6 gund şewitîn. Şewat ji ber ceyranê derket. Kesî agir bi pirêzeyan nexistiye.”    'BILA DEREWAN NEKIN’    Bulbul diyar kir ku ji ber mudaxileyek bi lez û bez nehat kirin boboelat çêbûye û got: “Me hewl da ku em bi derfetên xwe şewatê vemirînin. Me ne helîkopter û ne jî alîkarî nedît. Leşker li wir bûn, qeymeqam li wir bû, lê helîkopter nehat ku agir vemirîne. Piştî ku şewat kêm bû, helîkopterek hat, lê êdî dereng bû û şewat vemirîbû. Daxwaza me tenê ew e ku derewan nekin û şewatê nexin stûye xelkê me. Ez carek din dibêjim; şewat ji ber ceyranê derket."   Zekiye Erdenlî ya ku rewşa wê giran e li beşa lênerîna giran a nexweşxaneyê tedawiya wê berdewam dike, malbata wê jî li ber nexweşxaneyê li benda xeberek xêrê sekinî ye.