Cezayê darvekirinê yê repbêj Tumac Salihî hat betalkirin 2024-06-22 15:30:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Cezayê darvekirinê yê repbêjê kurd Tumaç Salihî yê ku beşdarî çalakiyên “Jin jiyan azadî” bû ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin.    Repbêjê kurd Tumac Salihî bi hinceta ku çalakiyên “Jin jiyan azadî” yên piştî kuştina Jîna Emînî destpêkirin, organîze kiriye, hatibû girtin. Dadgehê du caran cezayê darvekirinê li Salihî biriye. Dadgeha Bilind cezayê li Salihî hatiye birîn, xera kir. Parêzerê Salihî, Emîr Reîsiyan li ser hesabê xwe yê X’ê agahî belav kir û diyar kir ku Daîreya 39’emîn a Dadgeha Bilind cezayê miwekîlê wî xera kiriye. Reîsiyan got ku dadgeh ji xeletiyek edlî vegeriyaye.