DEDAŞ’ê giliyê wî welatiyê ku wê berpirsiyar nîşan dabû kir 2024-06-22 16:20:21 AMED - DEDAŞ’ê der barê welatiyê bi navê Î.E. ku gotibû şewata li Çinar-Şemrexê ji ber têlên ceyranê derketiye, gilî kir.  Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) dîsa têkildarî şewata li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê daxuyanî da. DEDAŞ’a ku her kes wê berpirsiyarê şewatê dibîne, carek din îdia kir ku şewata li Çinarê û Şemrexê ji ber “şewitandina pirêzeyan” derketiye. Tevî ku Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî Munîr Karaloglû daxuyand ku wan tespît nekiriye şewat ji ber çi derketiye jî lê DEDAŞ daxuyanî li ser daxuyaniyê dide. DEDAŞ'ê daxuyand ku der barê welatiyê bi navê Î.E. ku gotibû ceyran ji ber têlên ceyranê derketiye de, gilî kir.    DEDAŞ’ê îdia kir ku wan li cihê şewatê lêkolîn pêk aniye û şewat ji ber “şewitandina pirêzeyan” derketiye û carek din xwest xwe bi vî awayî biparêze. DEDAŞ’ê ragihand ku parêzerên wan ji sûcê “belavkirina agahiyên derew” der barê Î.E. yê ji gundê Tobiniyê ya Çinarê ye gilî kirin e.    Şewat şeva 20’ê hezîranê ji gundê Tobiniyê dest pê kiribû û li gundên herêmê belav bûbû.