Ji ber bombebaranê li Mawayê şewat 2024-06-22 21:01:04   ÊLIH - Piştî şewata ji ber DEDAŞ’ê ku di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de çêbûbû, vê carê jî di encama bombebarana li ser Mawayê de şewat çêbû.   Operasyona leşkerî ya di 18'ê Hezîranê de li bejahiya Herêma Mawayê dest pê kiribû, di roja 5'an de didome. Ji ber bomberana bi SÎHA, F-16 û helîkopteran li herêmê şewat çêbû.    Li herêma ku wekî herêma operasyonê hatiye îlankirin destûr nayê dayîn mudaxaleyî şewata li qada daristanê bê kirin û şewata li qada daristanê her ku diçe mezin dibe.