Li 8 gundên Hezexê şewat çêbû 2024-06-22 22:45:12   ŞIRNEX -Şewata li 8 gundên Hezexê belav dibe, mudaxeleyên ku tên kirin kêm dimîne.   Li gundên Dûpîç, Xerabê Darik, Xirabê Rezê, Alaqamiş, Kîwex, Zêwik û Eynser ên navçeya Hezex a Şirnexê ji ber sedemekî nayê zanîn şewat derket.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Hezexê, tîmên agirkujiyê yên Cizîîr û Silopyayê û gundî mudaxeleyî şewata ku di saetên siharê de derketiye dikin. Şewat li hin cihan hatiye kontrolkirin, lê ji ber mudaxeleyên ku tên kirin kêm dimînin tê dîtin ku şewat belav dibe.   Gundê Xirabê Rezê yê li ser xeta sînor a Rojava ji ber herêmê mayinkirî ye nayê mudaxele kirin.