Nobeda li Stenbolê di roja 15'emîn de ye 2024-06-22 23:28:32 STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz di çalakiya li dijî qeyûman a li Haciahmetê de axivî û got, "Em ê bi têkoşîna xwe ya hevpar van hemû zehmetiyan derbas bikin." Bertek û çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemergê dewam dikin. Li Taxa Haciahmet a Beyoglûyê gel di pêşengiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê de hatin cem hev û li dijî polîtîkayên qeyûman daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê Gonca Yangoz jî amade bûn. Di çalakiya ku pankartên reş hatin hilgirtin de pankarta "Ji bo Colemêrgê STENBOL di nobetê de ye" hat vekirin.   Di çalakiyê de yekemîn Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz axivî. Gonca şewatên li Amed û Mêrdînê bi bîr xist û got, “Em soz didin ku em ê bi hemû hêza xwe hêza hevalên xwe xurt bikin. Hikûmeta AKP-MHP’ê dema ku di deqeyekê de qeyûm tayîn bike ji bo hilbijartiyên me, li pêşberî felaketeke bi vî rengî, qetlîameke bi vî rengî winda bibe û nîşan bide ku ne li cem gel e, em ê van hemûyan bi ser bixînin."   Li ser navê beşdaran Arîf Yılmaz daxuyanî xwend. Arif diyar kir ku tu îrade ne di ser îradeya gel re ye û got, “ Em bang li hemû gelê xwe, yên demokrasiyê diparêzin, jin, ciwan û mûxalîfan dikin ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê derkevin. Helwesta mûxalefetê ya li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê dê pêşeroja Tirkiyeyê ya nêzîk diyar bike."   Herî dawî di daxuyaniyê de banga tevlîbûna li mîtînga ya di 29'ê Hezîranê de bê lidarxistin hat kirin.