Bîlançoya cejnê: Di 8 rojan de 68 kes mirin 2024-06-23 11:32:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Di qezayên trafîkê yên di rojên betlaneya Cejna Qurbanê de pêk hatin de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Di betlaneya Cejna Qurbanê de bi sedan qeza çêbûn. Di qezayan de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 hezar û 787 kes jî birîndar bûn.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya civakî agahî parve kir û got ku di rojên ewil ên betlaneya cejnê de (Şemî, yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pêncşem, în û şemiyê) de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 hezar û 787 kes jî birîndar bûne.