Odeya Endezyarên Ceyranê: Xozan tune ye, tevdîr nehatine girtin 2024-06-23 12:37:55 AMED - Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê ya Amedê diyar kir ku li herêma şewatê xozan tune ye û li deverên xetên ceyranê derbas dibin jî tu tevdîr nehatine girtin.  Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê encamên lêkolîna xwe ya têkildarî şewatên li navçeyên Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê eşkere kir. Di lêkolînê de tespîtên balkêş hatin kirin.    Tespîtên di lêkolînê de wiha ne:    “* Hat dîtin ku cihê şewat lê derketî cihê çandî bû û xozan lê tune bû.    * Li gelek noqteyan di xetên ragihandinê de pêvek hatine tespîtkirin.    * Hat tespîtkirin ku sîgortayên OG yên stûnan li şûna xwe nebûn, li cihê wan bi rêya gihîneran hatine baypasskirin û ji ber ku cihên girêdayî sist bûn, dibe ku rê li ber arizeyê vekiribe.    * Di gelek stûnan de îzolatorên şikestî hene û dibe ku vê rê li ber arizeyê vekiribe. Ev daneyeke teknîkî ye.    * Di xetên OG’ê de li qadên çandiniyê stûnên dadran hatin dîtin. Ev stûnên daran guncav nînin.    * Li deverên xetên ceyranê derbas dibin li dijî şewatên îxtîmalî tu tevdîr nehatine girtin. Li bin stûnan giha heye û beton tune ye, gihayê li binê stûnan nehatine dûrin.    * Hat tespîtkirin ku dibe ku gihayê li bin xetên OG’ê rê li ber şewatê vekiribe.    * Hat tespîtkirin ku îzolator sist hatine girêdan û ev yek ji hêla teknîkî ve guncav nîne.   * Şebeke nehatine kontrolkirin û tamîrkirin û xizmeta teknîkî nehatiye kirin.    * Parafudr tune bû û rê li ber çêbûna arkê vedike. (Divê di ser û binên xetan de û di ketina trafoyan de teqez parafudr bê bikaranîn.)