Ji bo kesên di erdhej û şewatan de jiyana xwe ji dest dayîn edalet xwestin 2024-06-23 13:24:24   ENQERE - Mexdûra erdhejê Done Kaya di nobeta bi daxwaza “Darizandina adilane” de bal kişand ser şewatên li Amed û Mêrdînê û ji bo kesên di erdhej û şewatan de jiyana xwe ji dest dayîn daxwaza edaletê kir.    Di erdhejên 6’ê sibata 2023’yan ên navenda wan Mereşê de Done Kaya li navçeya Antakya ya Hatayê ji malbata xwe 4 kes winda kiribû. Kaya, bi daxwaza “Darizandina adilane”, li Parka Kugulu ya Enqereyê dest bi nobetê kiribû. Çalakî di hefteya 8’an de didome. Kaya, bi bîr xist ku bi ser erdhejê re 500 roj derbas bûne û ev tişt anî ziman: “Tirkiye, encamên giran û biêş ên xemsarî û terkexemiya bi sala ye dike, di demên dawî de dijî. 17 berê erdhej çêbû û îro jî şewatên li Amed û Mêrdînê dijî. Me îro jî 15 welatî ji ber sersarî, bertîl û hwd. winda kirin.”    Kaya, got ku ew ji bo kesên di erdhej û şewatê de jiyana xwe ji dest dane edaletê dixwazin.