Baroya Amedê bang li rayedaran kir: Peywira xwe pêk bînin 2024-06-23 16:30:21   AMED - Baroya Amedê bertek nîşanî êrişên bi hinceta protestokirina Îsraîlê li dijî dikanên xwarin û vexwarinan tên kirin da û bang li rayedaran kir ku peywira xwe pêk bînin.    Baroya Amedê têkildarî êrişên li dijî Starbucks, Borger King û McDonald’sê yên li bajar tên kirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên di bin navê protestokirina Îsraîlê de tên kirin di nava gel de rê li ber tirs, xof û fikaran vedike û welatî neçar dimînin ku ji van dikanan birevin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew tu çalakiyên rê li ber fikarên welatiyan vedikin qebûl nakin.    BANGA HESTIYARIYÊ    Bi domdarî wiha hate gotin: “Baroya Amedê bi sala ye azadiya xwedîfadekirinê diparêze û li dijî tevahiya mudaxileyên li dijî vî mafî têkoşiya. Mafê her kesî heye ku bêyî destûrê bigire çalakî, xwepêşandan û meşên aştiyane li dar bixe. Lê belê em bi tu awayî qebûl nakin ku bi hinceta vî mafî bikevin kargehan û di nava gel de rê li ber tirs û fikaran vekin. Weke Baroya Amedê em careke din dibêjin ku em li dijî çalakiyên bi vî rengî ne. Ji bo rê li ber bûyerên tundiyê veneke, belav nebin û pêşîgirtina hemû bûyerên neyînî, banga me li her kesî ew e ku bi hestiyarî tevbigerin. Banga me ji bo rayedaran ew e ku ew jî tevdîrên pêwîst bigirin.”