Kaydu piştî 15 salan hate berdan 2024-06-23 16:52:15   AMED - Bekir Kaydu ku li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê dihat ragirtin, piştî 15 salan hate berdan. Kaydu, got: “Hevalên me li bendê ne ku têkoşîn bê mezinkirin.”    Bekir Kaydu ku li Girtîgeha Tîpa S a Manavgat a Antalyayê dihat ragirtin, hate berdan. Kaydu, li Amedê ji hêla malbata xwe ve hat pêşwazîkirin. 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 15 sal cezayê hefsê li Kaydu biribû û Kaydu ji sala 2010’an ve girtî bû. Kaydu, di vê pêvajoyê de li girtîgehên Amed, Edîrne, Bandirma û herî dawî li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê hate ma.    'DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ MEZINKIRIN’   Kaydu piştî temamkirina înfaza cezayê xwe hate berdan û hate Amedê. Kaydu, li Amedê ji hêla malbata xwe ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin. Kaydu,  wiha got: “Li girtîgehan berxwedan û têkoşînek heye. Em ji serkeftinê bibawer in. Hevalên me li bendê ne ku têkoşîn bê mezinkirin. Dixwazin ku her kes li gorî derfetên xwe di têkoşînê de cih bigirin. Binpêkirinên li girtîgehan didomin. Lê moralê hevalên me xweş e.”