Li Silopiya û Hezexê şewat derket 2024-06-23 18:54:55 ŞIRNEX - Li navçeyên Hezex û Silopiyayê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Hate zanîn ku mudaxileyî şewatê nayê kirin.   Şewatên ku di van rojên dawî de li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dest pê kirine gav bi gav belav dibin û berdewam dikin. Li herêma Çiyayê Spî ya girêdayî bajarokê Deştadarê ya Hezexê îro danê nîvro ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Şewat gav bi gav belav dibe û tu mudaxele nayê kirin. Şêniyên gund banga alîkariyê û piştgiriyê kirin.   Her wiha li herêma Çemê Nêrdûşê ya li ser rêya Silopiya û Cizîrê jî şewat derket. Hate diyarkirin ku ji ber mudaxile li şewatê nayê kirin agir belav dibe.