Li Colemêrgê jî şewat derket 2024-06-23 19:51:03   COLEMÊRG - Li gundê Dêzê yê girêdayî Colemêrgê ji ber “teqîna trafoyê” şewat derket.    Ev çend roj in li bajarên bakurê Kurdistanê şewat bi zevî û daristanan dikeve. Şewatek jî li gundê Dêzê yê girêdayî navenda Colemêrgê derket. Di dîmenan de xuya dike ku şewat ji ber "teqîna trafoyê" derdikeve. Şewata ku di nava gund de hatiye temirandin, li derdora gund didome.    Hat zanîn ku Tîmên Agirkujiyê, Tîmên Rêveberiya Daristanan û AFAD’ê li cihê şewatê mudaxileyî şewatê dikin.