ÎKK ya TMMOB’ê: Hewldanên DEDAŞ’ê yên tamîrkirinê ji holêrakirina delîlan e 2024-06-23 20:32:25   AMED - ÎKK ya Amedê ya TMMOB’ê di pêş rapora xwe ya teknîkî ya têkildarî şewata li Çinar û Şemrexê amade kiriye de bal kişand ku tamîrkirina DEDAŞ’ê ya dîrekên ceyranê ya di 21’ê hezîranê de li herêmê ji holêrakirina delîlan e.   Lijneya Kordînasyona Bajêr (ÎKK) a Amedê ya Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) pêşrapora xwe ya teknîkî ya têkildarî şewatên li navçeya Xana Axpar (Çinar) a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê amade kiriye weşand.    Di raporê de hate diyarkirin ku piştî şewatê di 21’ê hezîranê de li gundên Botîkan, Tobînî û Herberê yên Çinarê û gundê Kelêkê û Şewaşî yên Şemrexê lêkolîn hatiye kirin. Hate diyarkirin ku di lêkolîna hatiye kirin de zeviyên çandiniyê, mêrg û qadên daristanî jî di nav de li qadeke 55 hezar dekarî de şewat bi bandor bûye.    ‘NE ŞEWATA PIREZEYAN E’     Di raporê de hate diyarkirin ku hatiye dîtin ku ji ber palehî hêj nehatiye kirin, pireze nehatine şewitandin û şewat ji ber pirezeyan derneketiye.    ‘HEWLDANA JIHOLÊRAKIRINA DELÎLAN E’    Di raporê de bal hate kişandin ku li cihê derketina şewatê mudaxileya tîmên DEDAŞ’ê hatiye dîtin û tamîrkirina DEDAŞ’ê ya dîrekên ceyranê yên li herêmê ji holêrakirina delîlan e.