ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-24 09:00:58     * Doç. Dr. Zafer Yilmaz bal kişand ku yek ji pirsgirêka herî bingehîn a welat pirsgirêka kurd e û wiha got: “Heke em bixwazin li ser vê axê hemwelatîbûneke azad û serbixwe xeyal bikin, divê çareseriya meseleya kurd jî li navenda vê xeyalê be.”   * Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal dê têkildarî salvegera Komkujiya Madimakê li Yekitiya Mulkiyeyiyan daxuyaniyê bide. (12.15)    * Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên rojevê dê li Meclisê daxuyaniyê bide. (13.30) ZINDΠ   * Malbatên girtiyan dê li gelek bajaran li ber girtîgehan çalakiya xwe ya “Deng bide azadiyê” bidomînin. (14.00)     * Çalakiyên şermezarkirinê yên li gelek bajaran li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatine destpêkirin dê bidomin. (18.00-22.00)