Bîlançoya şewatê: 924 heywan mirin e, qada ji 14 hezar 900 dekar pêk tê şewitî ye 2024-06-24 09:24:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Çandiniyê û Daristanê Îbrahîm Yumakli bîlançoya şewata li Çinarê û Şemrexê eşkere kir. Wezîr diyar kir ku 924 heywan mirin e û qada ku ji 14 hezar û 900 dekar pêk tê şewitî ye.    Wezîrê Çandiniyê û Daristanê Îbrahîm Yumakli encam ango bîlançoya şewata li gundên navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê ku ji ber têlên ceyranê rû daye, eşkere kir. Yumakli li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal têkildarî xesar û windahiya cotkarên li herêma şewatê daxuyanî da.    LI ÇINARÊ 924 HEYWAN MIRIN E    Daxuyaniya wezîr Yumakli wiha ye: “Xebata tesbîtkirina windahî û xesarên cotkarên me temam bûye. Li gundên Tobiniyê, Baxcikê, Herberiyê, Botikan ên bi ser navçeya Çinarê ve 7 hezar û 900 dekar qada çandiniyê şewitî ye. Ji vê qadê 6 hezar û 789 dekar qad pirêze ye. Hezar û 111 dekar jî zeviyên genim e ku hê nehatiye çinîn. Her wiha traktorek û 14 heb tesîsên avdaniyê şewitî ne. Li gundê Tobiniyê 924 heywan ango pez mirin e. 83 serî pez jî ku bi giranî birîndar bûne ji bo şerjêkirinê şandine Saziya Goşt û Şîr. Saziya navborî wê pereyê van sewalan bide xwediyê wan. 190 heywan jî li gund hatine tedawîkirin.    LI ŞEMREXÊ QADA 7 HEZAR HEKTAR ŞEWITÎ YE    Li gundên Kelekê, Dirînê û li mezraya Kelekê hat tesbîtkirin ku 7 hezar dekar zeviyên çandiniyê şewitî ye. Ji vê 4 hezar dekar zeviyên ku genim nehatiye çinîn e. 3 hezar dekar jî qada pirêzeyan e. Her wiha ekîpmanên avdaniyê yên cotkarên me xesar dîtine. Tîmên me li van gundên Şemrexê tu windahî û ziyanek heywanan tespît nekirine. Midûriyetên me yên bajar û navçeyan wê piştevaniya ji bo cotkarên me ku karê sewalvaniyê û çandiniyê dikin, berdewam bikin.”