Banga beşdariya mitînga li dijî qeyûm: Em peyamek xurt bidin zîhniyeta mêtinger 2024-06-24 10:09:40   STENBOL - Welatiyan banga beşdariya mitînga “Em ê ji bo ked û azadiya xwe rê nedin qeyûm” kirin û gotin, “Divê em bersiva xurt bidin zîhniyeta mêtinger a dewletê.”    Li Stenbolê bi pêşengiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê dê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê 29’ê hezîranê mitînga bi dirûşma, “Em ê ji bo ked û azadiya xwe rê nedin qeyûm” li dar bixin. Mitîng li Qada Kartalê bê lidarxistin. Amadekariyên mitîngê bi lez û bez berdewam dikin û gelek alî û derdor banga beşdariya mitîngê dikin.    Welatiyên tev li çalakiya nobedê ya li Qada Şîşxaneya navçeya Beyoglûyê 8’ê hezîranê li dijî tayînkirina qeyûm hat destpêkirin bûn, bal kişandin ser girîngiya mitîngê û banga beşdariya mitîngê kirin.    ‘WERIN EM LI DIJÎ ZÎHNIYETA QEYÛM RABIN’    Ji welatiyan Sebahattîn Halli anî ziman ku ew tayînkirina qeyûm wek, “zîhniyeta mêtingeriyê” bin av dike û got: “Divê meriv baş jê fêm bike ku zîhniyeta qeyûmê li ser Şaredariya Colemêrgê tê çi maneyê. Qeyûm zîhniyeta, ‘ez mêtinger im hûn jî mêtingerê min in’. Ji ber vê yekê îradeya me nas nakin. Zîhniyeta tayînkirina qeyûm ji tecrîdkirina birêz Ocalan qut nîne. Her kesê ku ji xwe re dibêje ez demokrat im û mirov im divê li ber zîhniyeta mêtingeriya dewletê rabe. Di serî de CHP divê hemû muxalefet bi awayek xurt beşdarî mitîngê bibe.”    ‘RÛNIŞTINA LI MALÊ NE ÇARESERÎ YE’    Nazîme Taş a ku ji roja ewil ve tev li çalakiya nobedê dibe jî diyar kir ku rûniştina li malê ne çareserî ye û got: “Divê em dengê xwe bilind bikin. Divê hemû gelên Tirkiyeyê li dijî neheqiyên heyî yên li welat diqewimin bên kêlek hev û rabin. Me di hilbijartinê de piştevaniya CHP’ê kir, heke hinek wîjdanê wan hebe divê ew jî rabin û dengê xwe derxin. Divê hemû dayik dest bidin destê hev û li dijî zilma qeyûm serî rakin.”    ‘HEKE EM DENGÊ XWE DERNEXIN…’    Welatiyê bi navê Mûrat Guzel jî destnîşan kir ku gelê kurd ji roja hilbijartinê heta niha bi desteserkirina îradeya xwe ve rû bi rû maye û wiha axivî: “Niha em ji bo Colemêrgê di nobedê de ne. Heke em îro ji bo Colemêrgê dengê xwe dernexin, wê sibê qeyûm tayînî ser şaredariyên Wanê, Mêrdînê û bi dorê tayînî ser hemû şaredariyên me bikin.”    BANGA BEŞDARIYA JI BO MITÎNGÊ    Guzel bal kişand ser girîngiya li dar xistina mitîngê û wiha got: “Li dar xistina mitîngê parçeyek têkoşîna dijî qeyûm e. Divê hemû gelên din jî beşdarî mitîngê bibin. Divê xwedî li partiya kurdan bê derketin û hemû gelên din jî seknek xurt li dijî neheqiyên li ser gelê kurd nîşan bide. Mitînga dê di 29’ê hezîranê de bê lidarxistin, lewma girîng e. Divê ew roj em wê qadê tije bikin û em li benda gelê xwe ne ku ji bo xwedîderketina îradeya xwe û demokrasiyê li qada mitîngê bin.”