Derheqê 3 kesên biryara ‘Operasyona Vegera li Jiyanê’ dabûn serlêdana sûc hat kirin 2024-06-24 14:39:26   STENBOL - Derheqê Wezîrê Karên Hundir ê demê Sadettîn Tantan, Serokê Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Alî Aydin û Midûrê Giştî yê Girtîgehan Alî Suat Ertosun ku biryara “Operasyona Vegera li Jiyanê” îmze kiribûn de serlêdana sûc hate kirin.    Di 19’ê kanûna 2000’î de li Girtîgeha Bayrampaşayê di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” komkujiyek hate kirin. Pêvajoya darizandinê ya têkildarî komkujiyê hêj didome. Di komkujiyê de 12 kes hatin qetilkirin û 29 kes jî birîndar bûn. Di dozê de li Wezîrê Karên Hundir ê demê Sadettîn Tantan û Serokê Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Alî Aydin û Midûrê Giştî yê Girtîgehan Alî Suat Ertosun weke şahid hatibû guhdarîkirin. Derheqê her sê kesan de serlêdana sûc hate kirin.    Ji parêzerên dozê Guçlu Sevîmlî derheqê her sê kesan de serlêdana sûc kir. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ji komkujiya hatiye kirin Tantan, Aydin û Ertosun yekser berpirsyar in û hat xwestin ku bên cezakirin.