16 kesên êrişî Starbucks û Burger Kingê kiribûn hatin binçavkirin 2024-06-24 14:42:58   AMED - Li Amedê ji wan komên ku êrişî Burger King û Starbucksê kiribûn, 16 êrişkar hatin binçavkirin.    Li Amedê şeva 22’yê hezîranê du koman di bin navê “protestkorina Îsraîlê” de êrişî dikana şaxa Starbuksê ya li ser Cadeya 75’ê ya Amedê û dikana şaxa Burger Kingê ya li navçeya Sûra Amedê kiribûn. Di êrişê de xesar gihîştibû dikanan. Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî da û ragihand ku 16 kesên êrişkar hatine binçavkirin.    Wezaretê diyar kir ku karûbarên binçavkirinê der barê 16 kesên êrişkar ku di nav her du koman de bûn, li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.    Wezaretê da zanîn ku tê payîn îro ew binçavkiriyên êrişkar bibin Serdozgeriya Komarê ya Amedê û îfadeyên wan bên girtin.