31’emîn salvegera Komkujiya Madimakê: Me ji bîr nekir dê nedin jibîrkirin 2024-06-24 16:09:47   ENQERE - Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma erçe diyar kir ku dê Komkujiya Madimakê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin û banga têkoşîna hevpar kir.    Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal bi boneya 31’emîn Salvegera Komkujiya Madimakê li Yekitiya Mulkiyeyiyan daxuyanî da. Di daxuhaniyê de pankarta “Madimak dê bibe muzeya şermê” hate vekirin ku wêneyên qurbaniya li ser bûn. Di daxuyaniyê de Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe axivî.    Erçe, got ku Hotêla Madimakê yek ji komkujiyên herî tirsnak ên dîrokê jiyaye. Erçe, diyar kir ku 33 rewşenbîr, hunermend û ciwan bi hovane hatine qetilkirin. Erçe, da zanîn ku wan 31 salan têkoşîna hiqûqî meşandine lê di dawiya dawî de kujer hatine efûkirin û dozên din jî ji ber demborînê ketine. Erçe, destnîşan kir ku weke elewiyan ew biryara dadgehê nas nakin. Erçe, wiha domand: “Divê her kes bizane ku Komkujiya Madimakê sûcekî li dijî mirovahiyê ye û di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe. Daxwazên elewiyan esas nehatin girtin. Parêzerên kujerên Madimakê diparastin, bi parlamenterî, şaredartî û hwd. hatin xelatkirin. Divê Hotêla Madimakê ya Sêwasê bibe mûzeya şermê.”    ‘TU TIŞTEK JI DEMOKRASIYÊ NEHAT HIŞTIN’   Di berdewamê de Erçe bi lêv kir ku êdî civak ji hêla rejîma yekzilamî ve tê birêvebirin ku tu tiştek ji demokrasiyê nehiştiye. Erçe, axaftina xwe wiha qedand: “Qanûn û destûra bingehîn tê binpêkirin, vîna gel tune tê hesibandin, parlamenter û şaredar tên girtin, saziyên perwerdeyê pêşkeşî terîqet û cemaetan hatine kirin û em bi mufredateke paşverû re rû bi rû ne. Azadiya xweîfadekirinê, xwebirêxistinkirinê û hwd. tê binpêkirin. Bi hezaran kes ji ber fikrên xwe girtî ne. Em ê Komkujiya Madimakê ji bîr nekin û têkoşîna xwe bidomînin. Em ê hesaba Komkujiya Madimakê bipirsin. Me soz daye. Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin û dê nedin jibîrkirin. Em banga têkoşîna hevpar li hemû kesên azadîxwaz, aştîxwaz û li gel demokrasiyê ne dikin.”