397 êzidî vegeriyan Şengalê 2024-06-24 16:32:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Koçberî û Penaberiyê ya Iraqê ragihand ku 397 êzidiyên li kampên Dihokê diman vegeriyane Şengalê.    Vegera li Şengalê didome. Wezareta Koçberî û Penaberan a Iraqê ragihand ku îro 397 êzidiyên li Kampa Xankê ya Dihokê diman vegeriyane Şengalê.