ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-25 09:00:00   * Nivîskar Dilawer Zeraq û derhêner Metîn Ewr, der barê talan û kambaxiya ku qeyuman li bajarên bakurê Kurdistanê pêk anîne de diyar kirin ku bi qeyuman hebûna kurdan tê armanckirin û bi pêkanîna qeyuman kurd bê behn tên hiştin.    * Endamê Meclisa Şaredariya Colemêrgê Şaban Alkan qeyûm weke pergala talan û diziyê pênase kir û got: “Em vîna gelê Colemêrgê ne û li vir in.” Hevşaredar Viyan Tekçe jî li dijî qeyûm banga hevgirtinê kir.    *  Li Çiyayê Gabarê ku talan û xesar lê didome, Walîtiya Şirnexê bi hinceta parastina lûleyên petrolê li gundên Gabarê dest bi çêkirina qereqolan kir. Li gundên Hêtman û Cêleka ku çêkirina qereqolan dest pê kir, li gundê Hespistê jî di hewşa welatiyekî de qereqol tê çêkirin.   * Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 40'emîn. 561 serlêdanên di vê pêvajoyê de hatin kirin bê encam man.    * Nûnerên sendîkayan ku ji bo mîtînga ku dê li Qada Kartalê li dijî qeyûm bê lidarxistin bang kirin got: "Em ji bo azadiya xwe û keda xwe hemû kedkaran vedixwînin mîtînga li Kartalê."    * Di doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de ceza li rojnamevanan hatibû birîn. Di biryarê de xebatên rojnamevaniyê hatin krîmînalîzekirin û hat derpêşkirin ku rojnamevan bi nûçeyan "moral  motîvasyona rêxistinê geş kiriye."    * Rojnamevan-nivîskar Kakşar Oremar ê diyar kir ku her 6 kesên ku dê di hilbijartinên serokkomariyê yên li Îranê bên kirin de bikevin pêşbaziyê “bisabiqe” ne û bi lêv kir ku hilbijêrên kurd ên mafên wan tên xespkirin dê neçin ser sindoqan.    * Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya nerazîbûn nîşanî komên nêzî HUDA-PAR’ê ku êrişî dikanên li Amedê dikin da û got: “Divê hikûmet, rêveberiyên xwecihî û rêxistinên sivîl bi ser vê meseleyê ve biçin. Ev wezîfeya me ya hevpar e. Em ê nehêlin ku aramiya vî bajarî bê xerakirin.”    * Danişîna ewil a derbarê 5 siyasetmedarên HDP’î de bi hinceta çalakiyên Kobanê hatiye vekirin dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Girtîgeha Kampusa Sîncanê bê lidarxistin. Beriya danişînê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê daxuyaniyê bide. (08.00) ZINDΠ   * Danişîna 3’yemîn a doza 38 kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de li Tekîrdagê tên darizandin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Tekîrdagê bê lidarxistin. (10.00)    * Danişîna 7’emîn a rojnamevan Sezgîn Kartal bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (11.00)    * ÎHD dê bi boneya 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê li ber Îdareya Koçê ya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)    * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe de têkildarî rojevê nirxandinan bike. (12.45) ZINDΠ   * Rêxistinên Ekolojiyê piştî ku serdana gundên li Amed û Mêrdînê yên şewat lê derketin bikin, dê daxuyaniyê bidin. (14.00)    * Li Wanê danişîna doza cerdevan Bişar Atli yê êrişa zayendî li jina bi navê M.Ş. kiribû jê tê darizandin dê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê lidarxistin. (14.30)   * Malbatên girtiyan û parlamenterên DEM Partiyê dê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re li wezaretê hevdîtinê bikin. (15.00)    * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan dê tev li aktîvîteya piştevaniyê ya ku dê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê li dar bixe bibin. (20.00) ZINDΠ   * Çalakiya nobetê ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li dijî qeyûm li Qada Şîşxaneyê dane destpêkirin dê bidome. (20.00-22.00)