Hinceta cezayê ku li rojnamevanan hat birîn: Bi nûçeyan moral geş kirine! 2024-06-25 09:31:38   STENBOL - Di doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de ceza li rojnamevanan hatibû birîn. Di biryarê de xebatên rojnamevaniyê hatin krîmînalîzekirin û hat derpêşkirin ku rojnamevan bi nûçeyan "moral  motîvasyona rêxistinê geş kiriye."    Li rojnamevanên ku di rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, dixebitîn bi îdiayên "endamtiya rêxistinê", "propagandaya rêxistinê", "teşwîqkirina dijminatiyê" û "pesinandina sûc û sûcdar" doz hatbû vekirin. Di danişîna 9'ê mehê de biryar hat dayîn. Dadgeha Cezayê Giran a 23'yan a Stenbolê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" 3 sal û 9 meh ceza li Mehmet Alî Çelebî birî û bi heman îdiayê li rojnamevan Reyhan Hacioglû, Îshak Yasûl, Îhsan Yaşar û Hîcran Urunê jî 3 sal û meh û 15 roj ceza birî. Her wiha der baêr belavkara rojnameyê Mizgîn Fendîkê de biryara beraetê û der barê dosyeya Pinar Tarlakê de jî biryara tefrîkkirina dosyeyê hat dayîn.    Dadgehê hinceta biryara xwe eşkere kir. Di biryarê de hat îdiakirin ku rojname êrişa Tirkiyeyê ya li Efrînê (218) kiriye nûçe û weşaneke li teref Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û li dijî dewleta Tirkiyeyê kiriye. Di biryarê de hat îdiakirin ku HSD bi têgehên wekî "parastina rewa", "xweparastin", "têkoşîna mezin", berxwedana serdemê" û "berxwedana efsanewî" hatiye rewakirin.    Di biryarê de hat derpêşkirin ku rojname berdewama Ozgur Gundemê ye ku bi KHK'ê hatiye girtin û li gor "pîvanên çapemeniyê yên KCK'ê tevdigere."   Di seranserê biryarê de xebatên rojnamevaniyê hatine krîmînalîzekirin û hatiye derpêşkirin ku rojnamevan bi nûçeyên çêkirina "moral  motîvasyona rêxistinê geş kirine."