Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir 2024-06-27 12:58:41   STENBOL - Rojnameger Elîf Akgul a ji ber parvekirinên xwe yên ser hesaba xwe ya medya dîjîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, beraet kir.    Danişîna 2’yemîn a rojnemager Elîf Akgul a ji ber parvekirinên xwe yên ser medya dîjîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, di 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Akgûl, parêzerên Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Emîne Ozhasar û Mûhammed Ûnsal di danişînê de amade bûn.    Di danişîna ewil de dozger cezakirina Akgulê xwestibû û di danişîna duyem de jî mutalaya xwe dubare kir. Akgul jî anî ziman ku parvekirinên wê ne sûc in û beraeta xwe xwest.    ‘DI ÇARÇOVEYA MAFÊ XWEÎFADEKIRINÊ DE’   Parêzera Akgulê Emîne Ozhasar jî da zanîn ku muwekîla wê di çarçoveya azadiya xwe îfadekirinê de parvekirinan kiriye û anî ziman ku di parvekirinekî xwe de leşkerên ku silavê dane endamên DAIŞ’ê hevrû kiriye, di parvekirinekî xwe ya din de jî peyva “gerîlla” bikar aniye. Ozhasar piştî parastinê beraeta muwekîla xwe Akgulê xwest.    DAXWAZA BERAETÊ   Parêzer Mûhammed Unsal jî bal kişand ser têgihiştina Dadgaha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn û da zanîn ku muwekîla wî di çarçoveya azadiya mafê xweîfadekirinê de tevgeriyaye û beraeta muwekila xwe xwest.    ‘HEMBERDERKETINA ŞER MAFÊ MIN E’   Herî dawî dadgehê mafê axaftinê da Akgulê. Akgul wiha got: “Di jiyanekî aştiyane de jiyîn û li dijî şer sekinîn mafê min ê bingehîn e. Ez dixwazim hûn li gorî mafên welatiyan yên destûra bingehîn biryarekî bidin.”    BIRYARA BERAETÊ   Dadgeh qaneh bû ku îdiayên tên sepandin wek qanûnî pêk nehatine û derbarê Akgulê de biryara beraeta da.