Gezîcî yê di binçavan de hatibû îşkencekirin nehat berdan 2024-06-27 12:59:12 AGIRÎ - Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Birîndar Gezîcî li Bazîdê dema li qereqolê binçavkirî, bi pensê hatibû îşkencekirin û piştre hatibû girtin. Bi hinceta îfadeyên şahidê nû li dosyayê hatine zêdekirin, danişîna doza Gezîcî hate taloqkirin.    Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Birîndar Gezîcî, di 9’ê adarê de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hate binçavkirin. Gezîcî du rojan li qereqolê hate ragirtin û leşker û cerdevanan bi çoyên hesin û pensê îşkence lê kirin. Danişîna duyemîn a Gezîcî li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê hat lidarxistin.    DI ÎDIANAMEYÊ DE CIH NEDAN ÎŞKENCEYÊ    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî îdianame hate xwendin. Gezîcî li dijî îdianameyê parastina xwe kir û got ku ji ber şert û mercên aboriyê, ji bo bixebite çûye Îranê. Gezîcî, da zanîn ku bi awayekî derhiqûqî bi rojan hatiye îşkencekirin û ev îşkence di îdianameyê de cih negirtiye. Gezîcî, xwest bê berdan.    Parêzerê Gezîcî jî diyar kir ku miwekîlê wî xwestiye ji bo kar biçe Îranê û tu pirsgirêkeke miwekîlê wî ya ji bo reva derveyî welat nîne. Bi domdarî wiha got: “Ciwanek li ser sînor ji hêla leşkeran ve hate girtin, bi rojan dîl hate girtin û di vê navberê de bi çoyên hesin û penseyê tê îşkencekirin. Dozger jî weke ku ev tiştekî asayî be, di îdianameyê de cih nedayê. Miwekîlê min bi awayekî derhiqûqî tê ragirtin. Ez tehliye û beraeta miwekîlê xwe dixwazim.”    Şandeya dadgehê daxwaza tehliyeyê red kir û ji ber îfadeyên şahidê eşkere yên li dosyayê hatine zêdekirin, danişîn taloqî 6’ê tebaxê kir.