Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin 2024-06-27 13:41:53   WAN - Tevî ku girtî Adem Er cezayê xwe qedand jî bi hinceta ku nabêje “ez nepoşman im” nayê berdan û cara sêyemîn berdana wî hat taloqkirin.    Adem Er li Girtîgeha Tîpa L’yê ya Panosa Agiriyê girtî ye. Cezayê wî qediya û tevî ku ceza qedand û berdana bi şert ji bo wî peyda bûye jî cara sêyemîn berdana wî hat taloqkirin. Berdana Er beriya niha jî du caran bi hinceta ku nabêje, “ez nepoşman im” hatibû taloqkirin. Vê carê jî yanî cara sêyemîn jî berdana Er bi heman hincetê taloqkirin. Ev biryar jî ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve tê girtin.    'EV ZILM E’    Bavê Er, Şîrîn Er nerazîbûn nîşanî neberdan ango taloqkirina berdana lawê xwe da û got: “Tişta ku li me dikin, zilm e. Girtiyek ku cezayê xwe qedandibe divê bê berdan, lê girtîgeh xwe xistine şûna dadgehan û cezayên nû li girtiyan dibirin û wan bernadin. Ev nayê qebûlkirin. Girtiyên xwe ku cezayên xwe diqedînin nayên berdan. Divê raya giştî li ser vê meseleyê hişyar û hestiyar be.”    Adem Er ji sibata 2011’an ve girtî ye. Li navenda Îdirê di serdegirtina mala xwe de tê binçavkirin û girtin. Dadgeha Erziromê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 17 sal cezayê hepsê lê dibire. Cezayê wî di 10’ê mijdara 2023’yan de qediya lê ji ber hincetên navborî nayê berdan.