Cenazeyê endamê HPG’ê 24 roj in li morgê tê sekinandin 2024-06-27 16:31:23   WAN - Cenazeyê endamê HPG’ê yê li çoltarê Elbakê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dayî ev 24 roj in li morgê tê sekinandin.    Cenazeyê endamê HPG’ê yê ku di encama bombebarana di 3’yê hezîranê de li herêma di navbera Elbak a Wanê û Gever a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dayî, bi roja ye li morgê tê sekinandin. Nasnameya endamê HPG’ê nehat zanîn û li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê tê sekinandin.    Hat zanîn ku tedawiya 2 endamên HPG’ê yên di heman bombebaranê de bi giranî birîndar bûyîn jî didome.