Şewata li Farqînê hat tefandin 2024-06-27 18:16:14   AMED –  Şewata li Farqînê çêbû ji aliyê welatiyan û tîmên agirkujiyê ve hat tefandin.    Şewata ku li bejahiya gundê Ferhend, Taxikê û Herşen ên Farqîna Amedê çêbû, ji ber bayê berbelav bû. Şewat ji aliyê tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û welatiyan ve hat tefandin.