Bêyî birînên wî bên pêçandin cenazeyê girtiyê nexweş radestî malbatê hat kirin 2024-06-27 18:46:40   ENQERE - Cenazeyê girtiyê nexweş Şefîk Esen ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Psmangazî ya Eskîşehîrê jiyana we ji dest da, birînên wî bêyî bên pêçandin radestî malbatê hat kirin.    Girtiyê nexweş Şefîk Esen ku ji Girtîgeha Tîpa T a Bolvadîna  Afyonê sewqî Nexweşxaneya Zanîngehê ya Osmangazî ya Eskîşehîrê hat kirin, piştî dermankirineke 40 rojî jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê Esen bêyî tevdîreke tibî bê girtin, birînên wî bi awayekî vekirî radestî malbatê hat kirin. Hat dîtin ku kefenê li cenaze hat pêçandin di nava xwînê de ma. Hat ragihandin ku gava cenaze gihaştiye Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê, xwîn ji bin darbestê dilop kiriye û ji ber vê personelên balafirgehê darbestê bi naylonê pêçane.