Cenazeyê girtiyê nexweş Esen hate veşartin 2024-06-28 08:02:28   AMED - Cenazeyê girtiyê nexweş Şefîk Esen ê jiyana xwe ji dest da, li gundê Beşpinar ê navçeya Çinarê hate veşartin.    Cenazeyê Şefîk Esen (36) ê 40 roj in li Nexweşxaneya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê dihate dermankirin û li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê dihate ragirtin anîn Balafirgeha Amedê. Federasyona Komeleyên Piştevanî Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Bajêr û navçeya Çinarê, Hevşaredarên Çinarê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzû cenaze pêşwazîkirin. Pişt re cenazeyê Esen ê birin gundê Beşpinar piştî wecîbeyên olî li vir hate veşartin.    DAXWAZÊN WAN NEHATIN QEBÛLKIRIN     Esen, di 12’ê sibatê de bi hinceta parvekirinên wî yên li ser medyaya dîjîtal li navçeya Alaşehîr a Manîsayê hate binçavkirin û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Esen ê birin Girtîgeha Tîpa T a Bolvadîn a Afyonê nêzî 40 roj berê ji ber nexweşiyên xwe sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bolvadîn a Afyonê hate kirin. Esen ê gelek nexweşiyên wî yên kronik hene li Nexweşxaneya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê ya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Esen ê ji ber nexweşiya anemiya Akdenîzê pê re hebû diviya 3-4 mehan carekê xwîna wî hatibû guhertin. Hate zanîn ku dema Esen dihate dermankirin ji bo taloqkirina înfazê û berdana bi şertê kontrola edlî serlêdan kiriye lê nehatiye qebûlkirin. Malbata Esen diyar kir ku ji mirina kurê wan Girtîgeha Bolvadîn a Afyonê berpirsyar e û da zanîn ku dê giliyê girtîgehê bikin.