ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-28 09:00:56   * Rojnameger Baran Germiyanî bi bîr xist ku Tirkiyeyê li dijî herêmên başûrê Kurdistanê 833 êrişên hewayî pêk anîn û got: “600 gundên herêmê bi metirsiya valakirinê rû bi rû ne. Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê bi kûrahiya 40 kîlometreyan dagir kiriye. Tenê îsal di van êrişan de 10 sivîl hatin qetilkirin.”    * Nûnerê Herêmê yê DÎSK'ê Asalettîn Arslanoglû ku bertek nîşanî biryara ku wê meaşê kêmtirîn havînê neyê zêdekirin, diyar kir ku tercîha deshilatê zengîn in.    * Bazarvan ji ber krîza aborî nikarin berhemên xwe bifiroşin û kirîger jî gotin ku pêdiviyên xwe yên bingehîn bi deyn dikirin.    * TUGVA ya ku Bîlal Erdogan di rêveberiya wê de ye, bi erêkirina Wezareta Perwerdehiyê li avahiyên ku qeymeqamtî, walîtî û şaredariyên AKP'î tehsîsê wê kirine "Dibistana Havînê" vedike. Egîtîm Senê destnîşan kir ku mijarên dersan dewama bîrdoziya AKP'ê ne û got ku bi vê re zarokên xizanan hedef tên girtin.    * 99 sal di ser darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî re derbas bû, lê hê jî cihên gorên wan nehatine eşkerekirin. Neviyê wî Bedrî Firat diyar kir ku bêbextiya ku nehişt berxwedan bi ser bikeve û bêtifaqiya di navbera kurdan de hê jî didome.    * Beşeke mezin a şîrketên belavkirina ceyranê ku piştî şewata li Amed û Mêrdînê derket dîsa bûn rojev, piştî arizîkirinê ketin bin kontrola karsazên ku bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê ve tên nasîn.    * Çalakiyên nobedê  ku li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê hatine destpêkirin dê berdewam bikin. (12.30-22.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê beşdarî kongreya Yekitiya Tabîbên Tirk bibe. (14.00) ZINDÎ   * Ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Madimakê li Stenbolê bernameyên bîranînê bên lidarxistin. (19.00)