Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne 2024-06-28 10:32:01   ÎZMÎR - Beşeke mezin a şîrketên belavkirina ceyranê ku piştî şewata li Amed û Mêrdînê derket dîsa bûn rojev, piştî arizîkirinê ketin bin kontrola karsazên ku bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê ve tên nasîn.    Bi şewatên li Amed û Mêrdînê derketin, derket holê ku trafo û têlên ceyranê nehatine kontrolkirin û tamîrkirin. Vê yekê bal careke din bal kişand ser şîrketên belavkariyê yên ceyranê. Piştî şewatan arizîkirina di Şîrketa Belavkariyê ya Ceyranê ya Tirkiyeyê (TEDAŞ) de çêbû bû rojev. AKP’iyan, Walîtiya Amedê û medyaya nêzî wan îdia kirin ku şewat ji ber şewitandina pirêzeyan derketiye holê. Bersiva pirsa çima desthilat û sazî û rêxistinên di bin kontrola wê de şîrketên belavkirina ceyranê diparêzin bi arizîkirina TEDAŞ’ê derdikeve holê. Damezrînerê Eksîm Holdîngê ku di bin banê DEDAŞ a bi şewatê bû rojev de cih digire Abdûllah Tîvnîklî di nava damezrînerên Weqfa Lêkolînên Siyasî, Aborî û Civakî (SETA) ku weke saziya ramanê ya desthilatê tê zanîn de cih digire. Ajansa Anadolûyê ku ajansa dewletê ye têkildarî razemeniyên Eksîm Holdîngê ku yek ji şîrketa di bin parastina hikumetê de ye, bi awayekî perîyodîk weşanan dike.    Di arizîkirina TEDAŞ’ê de para mezin ji kê re çû, kê kîjan îhaleyên belavkirinê qezenç kirin? Di arizîkirinên hatin kirin de Cengîz Holdîngê bi tena serê xwe Belavkirina Ceyranê ya Akdenîzê, Belavkirina Ceyranê ya Bogazîçiyê (BEDAŞ), li gel Kolîn Holdîngê Belavkirina Ceyranê ya Çamlibelê, li gel Alarko Holdîngê jî Belavkirina Ceyranê ya Meramê girt. Grûb Çalikê bi tena serê xwe Belavkirina Ceyranê ya Yeşîlirmakê, li gel Grûba Kîlerê Belavkirina Ceyranê ya Arasê, Îçtaş Holdîngê Belavkirina Ceyranê ya Trakyayê, Eksîm Holdîngê Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê, Turkerler Holdîng Belavkirina Ceyranê ya Vangoluyê, Sabanci Holdîng û şirîkahiya E.ON’ê jî Belavkirina Ceyranê ya Anadolû Yakasiyê ya Stenbolê û Belavkirina Ceyranê ya Toroslarê wergirt. Kazanci Holdîngê ku ji bo santralên ceyranê yên li Afrîkayê çêkirine ji Serokkomar Erdogan xelat wergirt, Belavkirina Ceyranê ya Çorûhê û Belavkirina Ceyranê ya Aksa Firatê wergirt. Nûrol Holdîng a li Lapsekî ya Çanakkaleyê madena zêr a TUMAD’ê bi rê ve dibe, Belavkirina Ceyranê ya Goksûyê, Zorlû Holdîng a li Manîsa û Eskîşehîrê madenên nîkelê bi rê ve dibe jî Belavkirina Ceyranê ya Osmangazî wergirt.    Şîrketên alîgir ku serdema desthilata AKP’ê de ambargo danîn ser îhaleyên dewletê, bacên wan hatin jê birin, her tim tên parastin li aliyê din texrîbata ekolojîk domandin. Van şîrketan ji bo li Daristana Akbelenê ya li navçeya Mîlas a Mûglayê kana komirê û li Çiyayên Kazê jî madena zêr vekin bi deh hezaran dar birîn, ji bo ku qadên jiyanê ji holê rabikin tişta ji destê wan hat kirin. Taybetmendiyeke hevpar a van şîrketan jî ew e ku efûyên her tim ji bo deynên wan ên bacê tên dayîn û wergirtina îhaleyên qezenca wan zêde.    CENGÎZ DI ÎHALEYAN DE LI PÊŞ E    Li gorî lîsteya ji aliyê Banka Cîhanê ve di sala 2020'an de hat ragihandin, Cengîz Holdîng di nava 10 şîrketên herî zêde îhaleyên cemaweriyê yên li cîhanê werdigire de cih digire. Cengîz di pêvajoya arizîkirinê de kargehên ETÎ Bakirê yên li Kure û Samsûnê, tesîsên fosfatê yên li navçeya Şemrex a Mêrdînê, ETÎ Alumînyûm a li Konyayê, kargeha ETÎ Bakir a li Mûrgûlê, tesîsên ETÎ’yê yên li Haskoyê, Lîmana Yatê ya li Alanyayê û lîmanên li Ereglî û Gîresûnê wergirtin. Dîsa îhaleya rezerva madenê ku tê texmînkirin nirxê wê yê bazara giştî 30 mîlyar dolar e û ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Lêgerîn û Tetkîkê ya Madenê ya Xarpêtê ve hate dîtin tevî Halîl Bacaci, Cengîz Holdîngê wergirt.   Li gel arizîkirinan, Cengîz ê ku bi îhaleyên înşaetê, maden û kargehan re hilweşîneke ekolojîk afirand, tenê ji bo Balafirgeha Stenbolê li Daristanên Bakur 13 mîlyon dar birîn û ji bo tejîkirina deryayê ya li Îyîdere ya Rîzeyê, Geliyê Îşkencedere yê li Îkîzdereyê ku li cîhanê navdar e, bi kana keviran ji holê rakir. Cengîz Holdîngê tevî biryara dadgehê jî li Karabîga ya Çanakkaleyê li qadeke nêzî baxçeyên zeytûnan û cihên arkeolojîk santrala termîkê ava kir.    Cengîz a ku li gel Rêya Marmaraya Bakûr, Balafirgeha Ordû-Gîresûnê îhaleyên gelek rê, pir û bendavan çêkirin, Balafirgeha Rîze-Artvînê jî bi hevkariya ASL înşaetê çêkir. Dîsa Cengîz Holdîng a li Artvînê Cerattepe ji holê rakir, xebatên xwe yên ji bo avakirina tesîsên tûrîstîk û rezîdansên li ser 678 hezar metreçargoşeyî yên li Cennet Koy a li Bodrûm a Mûglayê dewam dike.   LÎMAK: ENERJÎ, MADEN   Lîmak a ligel hevkara xwe ÎÇTAŞ’ê santralên termîkê yên Yenîkoy û Kemerkoy a li Mîlas a Mûglayê kirîn jî, ji bo ji santralan re komir peyda bikin li Daristana Akbelenê bi hezaran dar birîn, gundî bêav hiştin û li nêzî malan jî dînamîtan diteqînin. Lîmaka ku li ku dera Kurdistan û Tirkiyeyê talanek hebe derdikeve pêşberî be li ser Çemên Dîcle û Firatê, Çemên Botan, Mûnzûr û Periyê Santralên Hîdroelektrîk û bendav ava kirin, li Aydinê Santrala Enerjiyê ya Jeotermal û li ser Çemê Sakaryayê du bendav çêkirin û çavkaniyên avê talankirin. Lîmaka ku herî dawî li gel MNG Holdîngê îhaleya “Îkmala Tunela Farqînê” wergirt, ji bilî îhaleyên weke Pira Çanakkaleyê, Rêya Derdorê ya Marmaraya Bakur, Bendava Yûsûfelî ku bûn sedemê qirkirina ekolojiyê gelek îhaleyên bendav, rê û înşaetê wergirtin.    KALYON- KOLÎN: LI ÇAR ALIYAN ÎNŞAETAN ÇÊDIKIN    Kalyon a hevkara înşaeta Balafirgeha Stenbolê ye jî di sektorên weke înşaet û enerjiyê de xwe didin nîşandan. Kalyon a ji yek şîrketên herî zêde ji îhaleyên dewletê qezenc dike, li Ordû, Gîresûn û Gumuşhaneyê HES avakirin ji bo Rêyabejahiyê ya Marmaraya Bakur bi milyonan dar birîn. Dîsa yek ji van hevparan Kolîn Holdîngê jî li Edîrneyê kana keviran a li çêregehê çêkirî bigire heta santrala termîkê ya li baxçeyê zeytûna ya li Soma ya Manîsayê çêkirî di nav talankirina gelek qadan de cih girt. Ji Meletiyê heta Gumuşhaneyê, ji Antalyayê heta Stenbolê hema bêje li her çar aliyê welat bi çêkirina bendav, HES, rê û santralên termîk bi dehan talan kirin. Talana herî mezin a şîrketê bû projeya “Rêya Kesk” a bi Cengîz Înşaetê re ketinê û zozanên li 8 bajarên Deryaya reş ji talan û rantê re vekirin.    ŞÎRKET ZENGÎN BÛN, GEL XIZAN BÛ   Ji bilî van fîrmayan Agaoglû ya piştî valakirina qada leşkerî ya li Maslakê, dar birîn û înşaet ava kirin û dixwaze li Qada Biavî ya Bargilya Tûzlasi ya li Mûglayê înşaetê ava bike û MNG Holdîng a li Geliyê Kamilet ê li Arhavî ya Artvînê HES çêkir bi qirkirina ekolojiyê qezenckirina pereyan didomînin. Van şîrketan bi îhaleyan mal û milkên xwe zêde kirin. Welatiyan jî ji aliyekî tenduristiyên xwe li aliyê din xweza, ax û ava xwe winda dikin. HES’ên ku ji Dêrsimê heta Gîresûnê tên çêkirin çavkaniyên avê zuwa kirin, madenên ji Somayê heta Akbelenê daristan û jîngeh ji holê rakirin, rê, bendav û piren ji Meletiyê heta Amedê hatin çêkirin jî şîrket dewlemend kirin û gel xizan kirin.    MA / Tolga Guney