ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-29 09:00:12     * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kiribû ku di salvegera darvekirina Şêx Seîd de heman biryara darvekirinê ya der barê wî de jî hatiye dayîn ne tesadûfî ye û gotibû, “Qirkirina li dijî kurdan di sala 1925’an de dest pê kir.”    * Mehmet Ocalan, di 74'emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd de bibîr xist ku heman ceza li kekê wî jî hatiye birîn û got: "Ev, peyamek bû. Peyama 'Me ev tişt anîn serê mezinên we, em ê bînin serê we jî.' Biryar, siyasî bû."    * Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku dayîna cezayê darvekirinê ya li Abdullah Ocalan a di 29’ê Hezîranê de ku Şêx Seîd hatiye darvekirin ne tesaduf e û got: “Bila qasî ku bixwazin wî tecrîd bikin, birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye, bi milyonan ji bo azadiya Ocalan li ser piyan e.”   * Li Bismilê jinên ku ji bo debara malbata xwe bikin li ber tava havînê tevrikê dikin, anîn ziman ku heqdesta wan têra pêdiviyên wan ên rojane jî nakin.    * Qeyûmê Şaredariya Êlihê, ji bo kampanyaya hilbijartinê ya namzetê AKP'ê Adil Sebatî Ceylan, ji budçeya şaredariyê bi 53 milyonan qoliyên alîkariyê stendiye. Belge û dîmenên der barê belavkirina van koliyan de ji navê hatin rakirin.    * Çalakiya malbatên windakiriyan û ÎHD’ê dê li gelek bajaran berdewam bike. (12.00)    * Dayikên Şemiyê dê li Qada Galatasarayê 1005’emîn çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)    * Şêx Seîd û hevalên wî dê bi boneya salvegera darvekirina xwe de li gelek bajaran bên bibîranîn. (12.00-19.00)    * Ji bo girtiyên nexweş dê li Îzmîr, Enqere û Stenbolê daxuyanî bên dayîn. (13.30)    * Siyasetmedarê kurd Orhan Dogan dê bi boneya salvegera mirina xwe li ser gora xwe ya li navçeya Cizîr a Şirnexê bê bibîranîn. (18.00)    * Li dijî xespa vînê dê li Qada Beşocak a Edeneyê çalakiya nobetê bê lidarxistin. (19.00)    * Li Qada Kartal a Stenbolê dê mitînga “Ji bo ked û azadiya xwe em ê rê nedin qeyûm” bê lidarxistin. (19.00) ZINDÎ