Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin 2024-06-29 09:18:08   ÊLIH – Qeyûmê Şaredariya Êlihê, ji bo kampanyaya hilbijartinê ya namzetê AKP'ê Adil Sebatî Ceylan, ji budçeya şaredariyê bi 53 milyonan qoliyên alîkariyê stendiye. Belge û dîmenên der barê belavkirina van koliyan de ji navê hatin rakirin.    Şaredariya Êlihê ku beriya hilbijartinê di destê qeyûm de bû, beriya hilbijartinê bi 9 rojan îhaleya belavkirian koliyên alîkariyê çêbikir. Îhale di 22'yê Adarê d ehatiye çêkirin û 72 hezar kolî hatine stendin. Şîrketa Akçayê bi 53 milyonan îhaleyê girtiye. Di şartnameyê de hatiye diyarkirin ku divê kolî di navbera 22-31'ê Adarê de bên belavkirin. 6 milyon TL'yê îhaleyê hatiye dayîn û 47 milyonê wê jî ji rêveberiya heyî re hatiye hiştin. Li ser koliyan wêneyên namzetê AKP'ê yên Êlihê Adil Sebatî Ceylan hatien zeliqandin. Ev, wekî propagandaya hilbijartinê ya Ceylan di çapemeniyê de jî derketibû.    Piştî ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinê de bi ser ket û Şaredariya Êlihê ket destê wê, dest bi lêkolînê kir ku koliyên alîkariyê çawa hatine belavkirin û li kê hatine belavkirin. Lê belê tu şop nehatiun dîtin. Rêveberiya nû di lêkolînên xwe de tespît kir ku dîmenên dema belavkirina van koliyan nehatine dîtin û têkildarî belavkirinê de belgeyeke jî tune ye.    MA / Fethî Balaman