Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin 2024-06-29 11:14:33   ŞIRNEX - Li Cizîrê polîsê ku Nîhat Kazanhan ê 12 salî qetil kir, tevî biryara lêgerînê ya bi bultena sor jî ev 16 meh in nehat girtin. Dayika Kazanhan a ku 12 sal in li benda edaletê ye wiha got: "Heta ku kujerê kurê min neyê girtin dê şewata dilê min nevemire."    Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 14'ê çileya 2012'an de polîsê bi navê Nurbakî Goçmez zarokê bi navê Nihat Kazanhan di encama hedef girtinê de qetil kir. Doza ku li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê dihat dîtin ji polîsê kujer re cezayê mûebbetê hate birîn. Lêbelê bi "tehrîka neheq" û "daxistina ji ber rewşa baş" 13 sal û 4 meh cezayê wî hat daxistin û ev biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve jî hat qebûlkirin.   Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz ku parêzerê malbatê ye di 26’ê Îlona 2019’an de bi hinceta “Mafê jiyanê hatiye binpêkirin  mirina zarokekî di encama bikaranîna hêzên çekdarî de hatiye binpêkirin û ji aliyê hêzên hiqûqî ve bêceza hatiye hiştin an jî bi rengekî astengdar nehatin cezakirin" serî li Dadgeha  AYM'ê da.    Dadgeha Destûra Bingehîn biryara "binpêkirina mafê jiyanê" û ji bo ku ji malbatê re 90 hezar lîre tazmînata madî bê dayîn da. Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo encamên binpêkirinê ji holê rabike dosya ji 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê re şand. Di danişîna ku di 24'ê Sibata 2023'an de ji nû ve hat li dar xistin de, der barê  polîsê bersûc Mehmet Nurbakî Goçmez de biryara girtinê dabû. Di danişîna 5'emîn a di 17'ê Çileya 2024'an de pêk hat de, bi hinceta polîs nehatine girtin, dadgehê biryar da ku ji bo bersûc bi awayekî derqanûnî çûbe derveyî welat, biryara lêgerînê ya bi teblîxa sor da. Tevî biryara girtinê û lêgerîna teblîxa sor  jî polîsê bersûc ev  16 mehin nehatiye girtin.    'WE BI KÎJAN WÎJDANÊ KUJERÊ KURÊ MIN BERDAN?'    Dayika Kazanhan, Ayşe Kazanhan diyar kir ku ev 12 salin ku her ku ew diçe edliyeyê ew heman êşê ji nûve dikêşîne û wiha axivî: "Ji sala 2012'an heta niha her çûyina danîşina Nihat ez êşê ji nûve dijim. Ev çend salin kujerê kurê min nayê girtin. Dibêjin ku,' nayê dîtin' lê ez ji vê gotinê bawer nakim. Ez dibêjim dîtine û hê ew kes li ser peyvira xwe ye. Bi zanebûn lê nagerin û nabînin. Ez kurd im, kurê min kurde ji ber wê ev kes nayê dîtin. Min heta niha ti edeleta Tirkiyeyê neditiye, edeleta wê nine. Kurê min zarok bû diçû dibistanê çi çek destê kurê min de nebû. Dadgehê bi kîjan wijdanê kujerê kurê min berda? Wî zarokeke bêsuc bêguneh kuştibû. Ew êşa ku niha ez dikêşim hêvî dikim ku heman êşê ew jî bikêşin. Min ev doz ji xwedê re hiştiye. Xwedê heqê kurê min erdê nehêle. Li ser vê axê bi hezaran zarokên weke kurê min hatin kuştin. Bila edeletê pêk bînin. Em edeletê dixwazin. Kezeba min şewitî û çû. Kurê min çû êdî navegere. Lê ez dîsa jî aşitiyê û edeletê dixwazim."   EV 12 SAL IN LI BENDA EDALETÊ YE   Kazanhan, anî ziman ku tenê daxwaza wê ew e ku kujerê kurê wê bê dîtin û bi awayeke edlane bê darizandin û wiha got: "Kujerên zarokan nagirin lêbelê yê ku ti guneha wan ne jî digirin û salan cezayê girtîgehê jê re dibirin. Bila ev dadgehe xwe têxin cihê me. Çawa dibe ku keseke ku sûcê wî diyar berdidin. Heke ku kurê min ne kurd buya ew polîs nedihat berdan. Lê ji ber ku kurê min kurd bû ji ber wê ew polis hat berdan. Ev 12 salin ez her carê diçim ber deriyê edliyeyê û tevlî danişinê dibim. Her çûyina ber deriyê edliyeyê ez bi bi hêviya edeletê diçim. Her çûyinê kezeba min dişewite. Dema ku her dema qerneyan tê dilê min dişewite. Niha jî dema ku ez li ber deriyê dibistana kurê xwe derbas dibim agir bi dilê min dikeve. Kurê min ji ber qehra birayê xwe dibistan berda û got,' ez naxwazim vî zimanî bizanibim' bila bes vê zilmê li me kurdan bikin. Xwedê heqê me kurdan nehêle erdê. Bila bes vê zilmê li me bikin bila kujerê kurê min bigirin. Em aşitî û azadiyê dixwazin. Em nikarin weke wan zilm û zordestiyê bikin. Em edeletê dixwazin. Em dixwazin ku kujerên zarokên me bên berdan. Heta ku kujerê kurê min neyê girtin dê ev şewata dilê min nevemire. Bang li dadgehê dikim peyvira xwe pêk bînin kujerê kurê min demildest bigirin."